Îsraîl û rêveberiya Şam li Parîsê dicivin

Dîroka Weşanê :
Îsraîl û rêveberiya Şam li Parîsê dicivin

PeyamaKurd- Hate ragihandun ku dê hevdîtinên di navbera Îsraîl û rêveberiya veguhêz a Sûriyê de ji nû ve dest pê bikin. Li gorî zanyariyariyan hevdîtin îro û sibê li Parîsa paytexta Fransayê têne kirin û Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Sûriyeyê Tom Barrack jî tevlî hevdîtinan dibe.

Li gorî nûçeya Axios a navenda wê DYA ye, piştî îstifakirina Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer ku gerên berê bi rêve biribû, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu; Balyozê DYAyê Yechiel Leiter ligel Sekreterê Leşkerî Tumgeneral Roman Gofman û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê demkî Gil Reich wezifedar kirin.

Gofman, ji aliyê Netanyahu ve wekî serokê nû yê Mossadê hate nîşandan. Leiter jî, yek ji navên rastgirên tundraw ên Partiya Likudê ye û di sala 2004an de alîkarê Netanyahu jî bû.