PeyamaKurd- Rayedarê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Catherine Smallwood diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara miriyan 2 hezar û 600 e û di encama erdhejê de hejmara miriyan 8 qat zêde dibe. Smallwood da zanîn ku ev yek tê wê wateyê ku dibe dora 20. 000 mirovan can dabe.
Berpirsa lezgîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya li Ewropayê Catherine Smallwood, piştî erdhejên ku navenda wan li Mereşa bakurê Kurdistanê û bandora xwe li 10 bajarên din ên bakur kiribû, daxuyaniyek da got,
"Mixabin, em her tim di erdhejan de heman tiştî dibînin. Raportên pêşîn, li ser hejmarê ne. Di hefteya pêş de hejmara mirî û birîndaran dê gelek zêde bibe.”
Smallwood ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFPê re axivî û diyar kir ku di encama erdheja ku li bakur çêbûn de hejmara miriyan dê dibe 8 qat zêde bibe û destnîşan kir ku şert û mercên hewayê yên xirab dê li herêmê metirsiyan zêde bike.
Dibe ku hejmar bibe 10-16 hezar
Dîsa doktorê karesatê yê Swêdî Johan von Schreeb diyar kir ku ew li bendê ne ku ji ber erdhejê hejmara miriyan di navbera 10 û 15 hezarî de be.
Her wiha ji aliyê din ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî ragihand ku dibe ku li Tirkiye û Suriyê bi giştî 23 milyon kes ji ber erdhejê bandor bibin.
Pisporê erdhejê yê Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) Alex Hatem jî diyar kir ku piştî erdhejên dijwar, dibe ku bi rojan, hefte û heta bi mehan jî berdewam bikin.
Erdhejnasê Zanîngeha Missouri Eric Sandvol pêşbînî kir ku erdhejên paşerojê bi demê re kêm bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin