Xaniyê du qat roxiya û gelek kes di bin enqaz de man

Xaniyê du qat roxiya û gelek kes di bin enqaz de man

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê xaniyê du qat ku dihat nûhkirin, ber destê êvarê roxiya. Ji bin enqazê 13 kesan derxistin û xebat hê jî dewam dike. Parêzgerê Meletiyê Aydın Baruş li ser bûyerê daxwuyanî da û weha got:

“Di nav kesên rizgarkirî de kesên jiyana wan di xeterê de bin tinene lê gotin ku ji kesekî bin enqazê deng hatiye wezîfedaran. Niha dixebitin ku xwe bigihînin wî an wî kesî rizgar bikin.”

Şaredarê Yeşilyurtê Mehmet Çınar jî ragihand ku raste di avahiyê de tadîlat hebûye û bê zanîn xwediyê avahiyê mudaxele bi avahiyê kiriye û sitûnên wê birîne û hem ji şaredariyê îzna tadîlatê nestendine.”

Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê medyayê de ragihand ku ji herêmê 28 ambûlans û 2 tîmên UMKE yê hatine wezîfedarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin