PeyamaKurd – Piştî Lutkeya Rûsya, Îran û Tirkiyê li Enqerê, hat ragihandin ku navên 150 kesan bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê hatiye diyarkirin û ew nav pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine kirin.
Xebatên bo destûra nû ya Sûriyê ev bi qasî salek û nîv e berdewam dikin. Di civîna Enqerê ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de her sê welat gihîştin encamekê û li ser navê 150 kesan li hev kirin û ew nav bo NY hatin pêşkeşkirin.
Herwiha hat ragihandin ku dê lîsteyeke 45 kesî jî were çêkirin ku dê xebatên bo destûra Sûriyê bi çavderiya Nûnerê NY ê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen berdewam bikin.
Li gorî biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê pêşî divê komîteya nivîsandina destûrê were pêkanîn.
Endamên komîteyê 50 kes ji rejîma Esed, 50 kes ji aliyên opozîsyona Sûriyê û 50 kes jî ji rêxistinên sivîl ên serbixwe pêk were. Piştî temamkirina navên 150 kesan jî ji hersê koman dê 15 kes werin diyarkirin û komeke nivîsandina destûrê 45 kesî were avakirin.
Hêjayî gotinê, bi taybet Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di nav opozisyona Sûriyê de cî digire jî dixwaze di nav komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de cî bigire, lê hîn nehat zanîn bê ji pişka Kurdan navên çend kesan heye yan nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin