Fermandarê Rus: 2 sedemên binketina me hene

Fermandarê Rus: 2 sedemên binketina me hene

PeyamaKurd- Yek ji Fermandarê Artêşa Rusyayê Igor Girkin, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, peyamek parve kir û bi rêya peyamê ragihand ku Rusya ji ber 2 sedeman dikeve nav wendahiyan.

Igor Girkin ê ku di dema ilhaqa Kirimê ya 2014an de xwedî roleke girîng bû, gotinên ku dê ji aliyê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ve bi awayekî erênî neyên pêşwazîkirin got.

Girkin, sedema binketina hêzên Rus a di şerê li dijî Ukraynayê de nirxand û got ku sedema bingehîn a serkeftina Ukraynayê, bêberpirsiyariya lekşerên Rus nîşan dide.

Fermandar di peyama xwe de got, “Mixabin, êrîşên li dijî tesîsên me yên li hin deveran ên di bin fermandariya yekîneyên Hêzên Çekdar ên Federasyona Rusyayê de ji ber bêsexbêriyeke zêde bi ser ketin.

Girkin diyar kir ku Rusyayê, binesaziya Ukraynayê kiriye armanc û da zanîn ku dê bi vê rêbazê, Kiev dê nekeve nav tengasiyê ku neçarî aştiyê bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin