PeyamaKurd-Demeke dirêje ku Amerîka bi mijara koçberên dinya û Amerîka Latînî re meşxûle. Koçberên ku gihan Meksîkayê da ji wê derê herin Amerîkayê, di nava karwanê wan de 213 kes hatin girtin.
Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di nava karwanê koçberan de gelek kesên sûcdar hene û wê wan bidin rawestandin û bixin binçav.
Mudaxeleya yekem ji hukumeta Meksîkayê hat kirin û bi sedeam ku di rêya ne rewa de ketine nav welatê wan, 213 kesan girtin. Enstîtuya koçberan ya Meksîkayê ragihand ku ew kesên di destê wan de nasnameyên wan tinebin an dokumanên wan tinebin, wê karibin wan bi paşde bişînin welatê wan.
Di nava koçberên binçavkirî de piraniya wan ji El Salvadorê ne û wekî din di nava wan de ji Hondûrasê, Guatemala û Nîkaragûayê kes hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin