PeyamaKurd - Piştî pêvajoya dîplomatîk a bi Îranê re û ragihandina agirbestê, trafîka deryayî ya li Tengava Hurmizê ya stratejîk careke din zindî bû.
Li gorî daneyên Marine Trafficê, sê tankerên qerase yên du şirketên Çînê û şirketeke Yunanistanê di tengavê re derbas bûn û sewqiyata herî mezin a şeş hefteyên dawî pêk anîn. Hat diyarkirin ku van her sê keştiyan ("Cospearl Lake", "He Rong Ha" û "Serifos") bi giştî derdora 6 milyon bermîl petrola Îraq û Erebistana Siûdî veguhastine. Ev geşedan, bi taybetî ji bo şirketên Çînî ku ji destpêka şer û pevçûnan ve cara yekem e ji Kendava Besreyê petrolê vediguhêzin, wekî destpêka serdemeke nû ya bazirganiyê tê nirxandin.
Hêjayî gotinê ye, her sê keştiyên qerase di dema derbasbûnê de pêbendî "Korîdora Bakur" bûn ku ev rê ji aliyê birêvebiriya Tehranê ve wekî merc hatibû danîn û di nav ava Îranê de, li seranserî beravên giravên Keşm û Larakê re derbas dibe.
Tevî ku di van keştiyan de petrola Îranê tunebû û pêwendiyeke wan a bazirganî ya rasterast bi Tehranê re nîn e bikaranîna vê korîdorê nîşan dide ku qaîdeyên nû yên deryayî li herêmê cih girtine.
Di navbera 8 û 9ê Nîsanê de bi giştî 14 keştiyên din jî di tengavê re derbas bûne, ku ev yek wekî nîşaneya kêmkirina rageşiyê û zindîbûna gav bi gav a aboriya deryayî ya li herêmê tê şirovekirin.