PeyamaKurd - Rêxistina Deryayî ya Navdewletî (IMO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di çarçoveya planên tehlîyekirinê de, ji 23yê Hezîranê vir ve 57 keştiyên bazirganî yên ku nêzîkî hezar û 100 deryavan tê de bûn, di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
IMOyê diyar kir ku plana derxistina wan keştiyên ku ji ber Şerê navbera Amerîka û Îranê yê ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû û li Kendavê asê mabûn, berdewam dike.
Piştî sînordarkirina çûnûhatina keştiyên bazirganî ya li Tengava Hurmizê, ev yek wekî pêngaveke mezin a valakirinê tê dîtin. Li gorî daneyên ku hatine weşandin, di sê rojên dawî de tevgera keştiyan bi vî rengî bûye:
23yê Hezîranê (Sêşem): 13 keştî
24ê Hezîranê (Çarşem): 32 keştî
25ê Hezîranê (Pêncşem - Îro): 12 keştî