PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbata wî re xwest û rêz û hurmetên xwe yên taybet ji bo hevjîna wî Leyla Zana û kesûkarê wî anîn ziman.
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser rola dîrokî ya siyasetmedar Zana û destnîşan kir ku Mehdî Zana yek ji xebatkarên navdar ên Kurd bû ku jiyaneke dirêj di nav têkoşîna gelê xwe de derbas kiriye.
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Ruhê wî şad û cîhê wî bihuşt be.”