PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, endamên mekteba bicîkar û tevahiya endamên yekîtiyê kir û serkeftin ji wan re xwest.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku zanayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê di xizmetkirina ola xwe û parastina pirsên niştimanî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de xwedî roleke giring û aktîf in.
Wî her wiha hêvî xwast ku zanayên olî di bihêzkirina bingehên miyanrew, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de û rûbirûbûna hizra tundrewiyê de rola xwe ya pêşeng bidomînin.