3 welatan, qadên xwe yên asîmanî li ber Lavrov girtin

3 welatan, qadên xwe yên asîmanî li ber Lavrov girtin

PeyamaKurd-Li gorî nûçeyên herêmî, Karadax, Makedonyaya Bakur û Bûlxarîstanê, qadên xwe yên asîmanî li ber Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê girtine. Hat ragihandin ku ev qedexe, piştî biryara serdanên Lavrov hatiye danîn.

Li gorî nûçeyên hatin belavkirin, dê Serokwezîrê Karên Derve Sergey Lavrov, biçûya Sirbîstanê. Hat ragihandin ku Karadax, Makedonyaya Bakur û Bûlxarîstanê, qadên xwe yên asîmanî li hember Lavrov girtine da ku nikaribe ji qadên wan derbas bibe. Hat ragihandin ku dê serdana Sergey Lavrov, di navbera 6 û 7ê Hezîranê de be.

Hat zanîn ku dê Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic, sibê li ser vê biryarê, ligel Balyozê Mezin ê Rûsyayê yê li Belgradê Aleksandar Bocan-Harcenko, hevdîtinekê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin