314 koçber hatin girtin

314 koçber hatin girtin

PeyamaKurd-Li Tirkiyê li bajarê Çanakkalê li navçeya Ayvalikê 314 koçberên ku xwestin bi bota lastîk derbasî girava Yûnansitanê ya Mîdîlliyê bibin, ji aliyê tîmên Asayîşa Peravê yên Tirkiyê de hatin girtin.

314 kesên girtî birin bo qereqola bajarokê Küçükkuyuyê ku ya asayîşa peravê ye û li wê derê bo wan alîkariya cil û xwarinê hat kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin, wan birin bo Navenda Biyaniyan ya Dagerana Bipaşde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin