350 tankêr li benda îzna Îranê ne di Hurmizê de derbas bibin

350 tankêr li benda îzna Îranê ne di Hurmizê de derbas bibin

PeyamaKurd – Ajansa Fars ya xeberan ragihand ku zêdetirê 350 tankêr li benda îzna Îranê ne ku di Buhira Hurmizê de derbas bibin. Di nav xeberê de hat gotin ku 25 tankêrên petrolê yên mezin, 200 heb yên standard û 70 heb jî yên LNGê ne.

Îranê ragihandiye ku tankêrên navborî sîstema xwe bigrin û rawestandina xwe dewam bikin.

Îro Îranê ragihand ku Buhira Hurmizê bi temamî girtiye.