PeyamaKurd – Lêkolînvan û nivîskarê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Gulo, di derbarê PKKê de axivî û da zanîn, PKK ji bo li Herêma Kurdistanê xerabkariyê bike, li benda îşareteka pasdarên Îranê ye.
Li gor Ebdulrehman Gulo li ser facebooka xwe daye zanîn, Îran naxwaze posta serokatiya hikûmetê bikeve destê partiyên Îtara Tensîq û Berhem Salih dîsa bibe serkomarê Iraqê.
Li gor Ebdulrehman Gulo, Îran him serokatiya parlementoya Iraqê dixwaze him serokatiya hikûmetê him jî serokatiya dadweriya Iraqê dixwaze. Ev jî ji ber serkeftina tifaqa sê alî ya Sedir, PDK û Siyade bicîh nayê.
Herwiha lêkolînvanê Kurd Gulo eşkere kiriye, wê Îran tenê di haletekê de dest ji Iraqê berde, ew jî Iraqê wêran bibe.
Ebdulrehman Gulo li ser PKKê jî gotiye, PKK li Herêma Kurdistanê roleka xerab dilîze û li benda îşareteka pasdarên Îranê ye da ku xerabkariyê li Herêma Kurdistanê bike. Heşda Şeibî jî mîna PKKê li benda îşareteka pasdaran e da ku li Iraqê xirabkariyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin