PeyamaKurd – Îngîltere, Kanada, Fransa û Norweç bi sedema şiddeta Îsraîlê ya ser Fîlîstîniyan, wê givaşên nû deynin ser hinek kes û dezgeyên Îsraîlê.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot ragihand ku wezîrê darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich û hinekên din dê bixin nava lîsta givaşê. Di nava wan de serokên 4 dezgeyên din jî hene û 21 kesên ku terefdarê şiddetê ne, çûna wan ya welatên navborî qedexe kirine.
Biryara givaşên Kanadayê jî hinek xwediyên şîrketên înşaatê di nava wan de hene û danîna pêwendiyan ya bi welatiyên Kanadayê re qedexe kirine.
Di paketa Îngîltere de bi şiddetê ve girêdayê torên fînansê hene û hinek şîrket hene.
Wezareta karên derve ya Îsraîlê biryara her 4 welatan şermezar kir û wan welatan li dijî dijminahiya Îsraîlê bi qelsî navand.