PeyamaKurd – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo malbatên kesûkarên wan hatine girtin ofîs vekir.
Malbat dikarin bi rêya wan ofîsan li girtiyên xwe bipirsin û çarenivîsa wan û sedema girtina wan bizanin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir: “Bi armanca afirandina alavên xurtkirina tevkariyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyan li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi armanca parastina mafên destgîrkiriyan, herwiha ji ber girîngiya ku malbatên wan sedema destgîrkirina wan û cihên wan nas bikin, nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan hatin vekirin.”
Asayişa Rojavayê Kurdistanê da zanîn, ev ofîs “li navendên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewelekariya Hundirîn ên li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê hatin vekirin.”
Herwiha asayişa Rojavayê Kurdistanê eşkere dike: “Di radeya yekemîn de, xizmên destgîrkiriyan an jî nûnerên wan ên qanûnî yên ku dixwazin cih û sedemên destgîrkiriyên li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn nas bikin, serî li van nivîsgehan bidin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin