Rojhilat | Li Mahabadê girtiyekî Kurd ê 65 salî hat darvekirin

Rojhilat | Li Mahabadê girtiyekî Kurd ê 65 salî hat darvekirin

PeyamaKurd - Li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve girtiyekî kurd hat bidarvekirin.

Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku îro danê sibehê girtiyekî kurd ê bi navê Mihemed Tahir Silêmanî li girtîgeha bajarê Mahabadê hat bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku ew welatiyê kurd 4 sal berê bi tohmeta hilgirtina 10 kîlo madeyeke hişbir hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Mihemed Tahir Silêmanî 65 salî bû û xelkê nehiya Dizê ya devera Mirgever ya Ûrmiyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin