PeyamaKurd- Heyeta PDK ê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, di çarçoveya avakirina kabîna nû de, bi rêvebirên YNK ê û Goran re li Silêmaniyê dê werin cem hev. Ragihandin ji aliyê YNK ê de ji aliyê Mistefa Çavreş de hat ragihandin.
Di civînê de wê axir peyman bo danîna kabîneya nû bê îmzekirin û dê nav bên aşkerakirin. Heyeta PDK ê dê bi Goran re jî civînê pêkbîne. Ji xwe di meha sibatê de li ser kabîna nû peymanê îmze kiribûn. Lê dibe di hevdîtinê de peymaneka dinê bê îmzekirin.
Di hilbijartina parlementoyê de di 30 yê êlûna 2018an de, PDK 45, Goran 12 û YNK 21 parlementer derxistibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin