‘Adil Ebdulmehdî difikire ku car din bibe namzed’

‘Adil Ebdulmehdî difikire ku car din bibe namzed’

PeyamaKurd -  Parlamenterekî fraksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Iraqê ragehand, serokwezîrê karbirêker yê Iraqê Adil Ebdulmehdî difikire ku car din bibe namzed û hin alî jî piştevaniya wî dikin.

Parlamenterê fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Dr. Cemal Koçer ji BasNewsê re ragehand:‘’Niyeta serokwezîrê demkî yê Iraqê heye bo ku dubare bibe serokwezîr û serdana wî bo herêma Kurdistanê û civîna li gel rêveberên siyasî yên du partiyên mezin ên herêma Kurdistanê, peyvendiya xwe bi heman niyetê ve heye. Ji ber dizane piştevaniya kurdan bo wî giringe di vê qonaxê de.’’

Herwiha got: ‘’Danîna Adil Ebdulmehdî ji aliyê yasayî ve ti pirsgirêka xwe tineye, ji ber ev yek li çend welatek pêkhatiye û ji aliyê yasayên navnetewî de jî asayî ye, derveyî kurdan, beşek ji şîeyan û sunne jî razîne li ser erkdar kirina wî.’’

Cemal Koçer got: ‘’Destnîşan kirina Ebdulmehdî ji aliyeke din ve jî dê rewşê zêdetir aloz bike, ji ber xwepêşanderan destpêkê daxwaza dest ji karkêşana serokwezîr kirin. Naha çawa dê razî bibin li ser destê kabîneya wî bi sedan xwepêşander hatin kuştin û birîndar bûn û rewş temamî aloz bûye.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin