PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Afxanistanê bi awayeka nivîskî ragihand ku li du bajarên cuda di êrîşên bombeyî de 42 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandinê li payîtext Kabîlê, bi bîsîkletekî de teqemenî girêdan û di dema erebeyeka aîdê wezareta karên hundir derbas dibû, bîsîklêtê teqandin. Di bûyerê de 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn. Lê heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.
Li ser sînorê Îran û Afxanistanê jî li bajarê Heratê li ser mesela arazî di navbera Talîbanê û grûbeka ku ji wan veqetiyabû şer derket. Endamê konseya rêvebir ya herêmê Wekîl Ahmed ragihand ku di şerê navbera wan de 40 kes mirine.
Li gor ragihandina Talîbanê ji hêzên hukumetê 30 kes zêdetir hatine kuştin. Belkî Talîban grûba ku ji wan veqetiyaye li ser hukumetê hesab dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin