Agir bi daristanê ket û temamê tîman seferber bûn da agir vemirîn

Agir bi daristanê ket û temamê tîman seferber bûn da agir vemirîn

PeyamaKurd – Bi hatina havînê re şewata daristanan destpêkir û gelek parêzeh bi biryarên xwe tedbîrên berlêgirtina şewatê digrin.

Îro li bajarê Çanakkale ya Tirkiyê li navça Ezine agir bi daristanê ket û şewat 3 seete dewam dike. Tîmên vemirandina agir dixebitin da agir vemirînin. Xebata vemirandina agir ji hewa û bejayiyê de dewam dike.

Şewat, li devera Erenler a navça Ezine seet di 15.00an de dest pêkir. Bi sedema hatina bayê agir zû belav dibe. Niha rêvebiriya daristanê ya bajêr bi 2 helîkopter, jimareyeka zêde arazoz û xebatkarên daristanê dixebitin da agir vemirînin.