PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Muğlayê li navça Fethiye li ser behrê, di tekneya geştiyariyê de şewat destpêkir. Di teknê de 115 kes hebûn û di nava wan de zarok jî hebûn.
Temamê rêwiyan êlekên can yên ku nahêlin mirov noqê bin avê bibe, li xwe kirin û xwe avêtin nava ava deryayê. Ji bo tehliya wan tîmên ewlehiya peravên avê çûn ciyê rûdanê.
Li gor agahiyên niha; di rûdanê de kes nemiriye an birîndar nebûye. Rûdan seet li dora 11.00an de qewimiye û li Koya Katrancı çêbûye. Hat gotin ku şewat di beşa metbexa tekna bi navê “Toys Boat” de, bi sedemekî nehat zanîn derketiye.
Li ser sedema destpêkirina şewatê, xebatên teknîkî dewam dikin.