PeyamaKurd - Li bajarê Girneyê yê Qibrisê di mesafeya 2.5 kîlometreyan de keştiyeke rêwiyan a tîpa katamaran ku 279 kes tê de bûn, ji pişta xwe ve av girt û noq bû.
Piştî ku kaptanê keştiyê hay ji çûyîna ava nav keştiyê bû, hewl da paşve vegere lê bi ser neket û keştî binav bû. Piştî bûyerê li herêmê tîmên rizgarkirinê dest xebatên lezgîn kirin.
Tîmên Ewlehiya Sînor û Deryayî ji bo rizgarkirina rêwiyan gehiştin cihê bûyerê û keştiyên din ên li nêzî herêmê jî ji bo alîkariyê ber bi keştiya binavbûyî ve çûn.
Her çend heta niha daxuyaniyeke fermî li ser rewşa tenduristî û hejmara birîndaran nehatibe belavkirin jî, gelek ambûlans bo keştîgeha Girneyê hatine veguhestin.