PeyamaKurd – Berdevkê partiya AKP ê Ömer Çelik tevlî bernama Habertürkê bû û li ser pirsa hevkariya bi Sûriyê re weha got:
“Em dikarin bi Beşer Esed re di herêmê de hevkariyê bikin. Li Sûriyê rêxistinên terorê bicîh bûne, ew yekîtiya axa Sûriyê dixin talûkê û hem Tirkiyê jî tehdîd dikin. Ji ber wê em dikarin di vir de hevkariyê bikin.”
Ömer Çelik her weha ragihand ku dibe hevdîtin di navbera serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokê Sûriyê Beşer Esed de li welatekî sêyêm çêbibe. Çelik ragihand ku mijarên weha di asta jêr de destpêdikin û heya digihê asta jor, ji xwe êdî hatiye ber qedandinê. Çelik weha dewam kir:
“Em li vê derê çi difikirin, em dixwazin lez bikin. Serokkomarê me got ku dibe welatekî sêyem be jî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin