Akar, li ser F-16an axivî: Em ne bê çare ne!

Akar, li ser F-16an axivî: Em ne bê çare ne!

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew li benda qonaxa kongreyê ne ku bi giştî hawîrdoreke çêker heye. Akar got, “Em dixwazin her kes bizanibe ku em di vê mijarê de ne bê çare ne û bijardeyên me hene."

Hulusî Akar, li ser mijara rojeva Hatay Serinyolê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û li ser pirsa endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê jî wiha got,

"Em ji wan hêvî dikin ku soza xwe bi cih bînin, em tu car li dijî siyaseta deriyên vekirî yên NATOyê derneketine.”

Ji bo F-16an, hûrgilî dan

Wezîr Akar, di derbarê hevdîtinên F-16an ên bi Amerîkayê re jî axivî û got,

"Em li benda qonaxa kongreyê ne û bi giştî hawîrdoreke avakir heye. Em dixwazin her kes bizanibe ku em di vê mijarê de ne bêçare ne û bijardeyên me hene."

Akarli ser dirêjkirina dema korîdora genim a di navbera Rusya û Ukraynayê da jî got ku

"Herdu alî jî bi erênî nêz dibin, em bawer dikin ku dê encameke erênî derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku dê di 18ê Adarê da pêvajo were dirêjkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin