Ali Zeydi: Kabîna nû di hefta pêşiya me de ava dibe û arîşeya mehaneyan çareser dibe

Ali Zeydi: Kabîna nû di hefta pêşiya me de ava dibe û arîşeya mehaneyan çareser dibe

PeyamaKurd – Erkdarê avakirina hukumeta federal ya Bexdayê Ali Falih Zeydi ragihand ku di hefta pêşiya me de pirsgirêka maaşên xebatkaran çareser dibe û wê lîsta kabîna nû di parlementoyê de bixin ber dengdanê.

Zeydi ji bo Rûdawê ragihand ku hevdîtina wî ya bi serokê Herêma Kurdistanê re baş çûye û gihane têgihiştinekî hevpar. Zeydi got ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Erbîlê de mane ji bo çarseriya wan pêşdeçûn heye û mijarên ku niha di rojevê de ne, wê bi îzna Xwedê di wexta vê hukumetê de çarerser bibin.

Zeydi ragihand ku wê PDK di avakirina hukumeta nû de dê cîh bigre û dewam kir:

“Temamê pêkhateyan, netewe, bi mezheban ve, ji bo em welat îdare bikin, em ê bi wan re hevkariyê bikin. Di serê hefta bê de an di nîvê heftê de, em ê kabînê pêşkêşî parlementoya Iraqê bikin.

Wê pirsgirêka meaşên herêmê çareser bibe. Ev mafê welatiyaye û divê dereng nemîne.”