Almanya: Divê Şam û HSD vegerin ser maseya gotûbêjê

Dîroka Weşanê :
Almanya: Divê Şam û HSD vegerin ser maseya gotûbêjê

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser rûdanên Helebê û belavbûna vîdeoyên heqaret û sivikatiya li Kurdan daxuyanî da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi rêya e-mailê ji Rûdawê re ragihandiye, wan dîmenên belavbûyî ku tê de heqaret li welatiyên Kurd û termê şervanekê tê kirin dîtine û got: "Hikûmeta Federal a Almanyayê bi dilgiraniyeke mezin raporên derbarê pevçûnên dijwar ên rojên borî yên li bajarê Helebê dişopîne."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got,"Divê raporên derbarê tundiya li dijî sivîlan û binesaziya bajêr werin zelalkirin û kiryarên wan karan rûbirûyê sizayan bibin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê eşkere kir ku wan ji bo bidawîanîna aloziyan pêwendî bi aliyan re kiriye û got: "Rojên borî Hikûmeta Federal hem bi eşkere û hem jî bi rêya pêwendiya rasterast daxwaz ji her du aliyên şer (HSD û artêşa Sûriyeyê) kiriye ku vegerin ser maseya gotûbêjan."