Almanya gotinên Medvedevê Rûsyayî derwand û bersivand

Dîroka Weşanê :
Almanya gotinên Medvedevê Rûsyayî derwand û bersivand

PeyamaKurd – Serokê konseya ewlehiya Rûsyayê Dmitry Medevedev di daxwuyaniya xwe de gotibû ku dibe serokwezîrê Almanya Friedrich Merz birevînin, li ser gotina wî dijberiya navbera Belinê û Moskovayê zêde bû.

Hukumeta Almanya bi tundî daxwuyaniyê şermezar kir û got tedbîrên bo Merz hene têra wî dikin.

Di daxwuyaniya Medevedev de hatibû gotin ku piştî serokê Venezuelayê Nikolas Maduro hatiye revandin, dibe hinek serok û serokwezîrên dewletan jî bên revandin û dibe di nav wan de serokwezîrê Almanya yê Neo-Nazî Friedrich Merz jî hebe.

Cîgirê berdevkê huklumeta Almanya Sebastian Hille şiroveyên Medvedev yên di derbareyê Mezr de red kir û got:

“Em tehdîdên weha bi tundî şermezar dikin.”

Medvedev, her weha di şiroveya xwe de Mezr bi Neo-Naziyê tewanbar kiribû.