Almanyayê mafê penaberiyê ji Ukrayniyan stend

Dîroka Weşanê :
Almanyayê mafê penaberiyê ji Ukrayniyan stend

PeyamaKurd - Li Almanyayê, hevkarên koalîsyonê, Partiya Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Demokrat a Civakî (SPD), ji Ukraynîyên ku ji ber şerê bi Rûsyayê re gihîştine Almanyayê, mafê penaberiya şer ji wan standine.

Guftûgoyên mehan li ser dayîna Alîkariya Hemwelatîbûnê (Bürgergeld), ku di bin hin mercan de ji kesên kêmdahat re tê dayîn, ji Ukraynîyên ku piştî şerê bi Rûsyayê re gihîştine Almanyayê, bêyî ku mafê penaberiyê bidin wan û bê şert û merc, bi dawî bûn.

Li gorî medyaya Almanî, Partiya Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Demokrat a Civakî (SPD), hevkarên hikûmeta koalîsyonê di bin serokatiya Şansolyer Friedrich Merz de, di civîna xwe ya dawî de li hev kirin ku hemû Ukraynîyên ku piştî 1ê Nîsana 2025an gihîştine Almanyayê, ji mafê penaberiya şer bên bêparkirin.

Piştî wê tarîxê, hemû Ukraynîyên ku digihîjin Almanyayê wê wekî penaxwaz bên hesibandin û wê alîkariya civakî ya kêmkirî werbigirin. Bi vî awayî, xerc û avantajên bilind ên ku ji Sibata 2022an vir ve ji Ukraynayê re wekî penaberên şer tên dayîn, bi dawî bûne.