PeyamaKurd-Damezirînerê Weqifa Fûrkanê Alparslan Kuytul, vê sibehê li Edeneyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat desteserkirin. Piştî desteserkirina Kuytul, Gerînendehiya Ewlehiyê ya Edeneyê, 15 roj qedexeya meş û çalakiyan ragihandin.
Desteserkirina Alparslan Kuytul, ji aliyê Hevjîna wî, Semra Kuytul ve bi rêya medyaya civakî hat ragihandin. Hat zanîn ku Kuytul bi tometa ku Karsaz Koray Sarisaçli revandiye û ew 13 rojan dîl girtiye, hat desteserkirin. Koray Sarisaçli yê ku serdemekê rêveberiya Weqifa Fûrkanê jî kiribû, di îfadeya xwe ya ku daye Serdozgeriya Edeneyê de amaje kiriye ku ew, 13 roj hatiye dîlgirtin, bi darê zorê pê seneda 7 milyon dolarî hatiye destnîşankirin.
Piştî desteserkirina Alparslan Kuytul, ji aliyê Gerînendehiya Ewlehiyê ya Edeneyê ve di navbera 9 û 24ê Gulanê de li seranserê bajêr, qedexeya çalakî, meş, civîn û daxuyaniyan hat ragihandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev qedexe ji bilî partiyên siyasî û sendîqayan hatiye ragihandin. Ango qedexe ji bo sazî û rêxistinên sivîl û civakî hatiye danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin