Xwediyê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul û jina wî bi kelepçe xistin bin çav

Xwediyê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul û jina wî bi kelepçe xistin bin çav

PeyamaKurd – Hêzên asayîşê li 6 bajaran operasyon kirin ser endam û rêvebirên Weqfa Furqanê, serok û damezrênerê wê Alparslan Kuytul û jina wî jî di nava wan de gelek kesan xistin bin çav.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek, ragihand ku avêtine ser 49 adresan, ji bo 5 şîrketên Weqfê qeyyûm danîne, astengiyê danîne ser 349 hesabên medya civakî yên endaman.

Dema serokê weqfê Alparslan Kuytul xistin bin çav, bi awayekî vajî kelepçe li destê wî xistin û Kuytul bertekê nîşanî terzê binaçavkirina xwe da û got:

“Gelek şerme ji we re…Qêy dadger biryarê daye…?”

Operasyon ber destê sibê hat kirin û li ser operasyonan wezîrê dadê Akın Gürlek li ser meşandina pêvajoyê weha got:

“Navenda operasyopnan Adana ye û li 6 bajaran hêzên ewlehiyê avêtin ser 49 adresan. Ji bo 5 şîrketên weqfê qeyyûm hatin danîn, di çarçova lêpirsînê de me astengiyê danî ser hesabên 349 kesan ku di leha rêxistinê de xebatê dikin.”