Amerîkayê 3 şaxên Îxwanê xist lîsteya terorê

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê 3 şaxên Îxwanê xist lîsteya terorê

PeyamaKurd- Rêveberiya serokatiya Amerîkayê ya Donald Trump, 3 şaxên koma Îxwan El Muslimîn (Birayên Misilman) ên li Lubnan, Urdin û Misrê xist lîsteya terorê û ceza li endamên wan sepand.

Wezaretên Xezînedarî û Derve yên Amerîkayê şaxên koma Îxwan El Muslimîn ên li Lubnan, Misr û Urdinê xistin lîsteya terorê û diyar kirin ku ew li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û berjewendiyên wê xeter e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku ev gav temsîla destpêka hewldana berdewam a rûbirûbûna tundiya vê komê û çalakiyên wê yên têkbirina aramîyê ne.