Amerîka balyozxaneya xwe ya welatekî tehliye dike

Amerîka balyozxaneya xwe ya welatekî tehliye dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Amerîka piştî darbeya leşkerî ya li Nîjerê, balyozxaneya xwe ya li wî welatî bi awayekî beşî tehliye dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, di çarçoveya berçavgirtina geşedanên li Nîjerê wan ferman daye karmendên balyozxaneya Amerîka ya li bajarê Niamey ku ger erkeke wan a acîl nebe, tevî malbatên xwe ji balyozxaneyên derkevin.

Herwiha Miller diyar kiriye ku dê xebatên li balyozxaneyê berdewam bikin û personelê pilebilind jî dê karên xwe bidomînin.

Hêjayî gotinê ye Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî doh bi serokê Nîjerê yê ji kar hatiye xistin,  Muhammed Bazum re pêwendiyeke telefonî pêk anîbû û gotibû, Amerîka dê piştevaniya hikûmeteke hilbijartî ya nû bike.

Li aliyê din darbekar jî radigihînin ku ew dê destûr nedin Bazûm ji nû ve were ser kar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin