Amerîka di Behra Sipî de operasyonan dike

Amerîka di Behra Sipî de operasyonan dike

PeyamaKurd- Li gor ajansa Rûsyayê ya bi navê Sputnikê; artêşa deryayî ya Amerîkayê, di çarçoveya herêma ku fîloya 6emîn ya Amerîkayê xebatên xwe tê de dike, keştiya balafiran ya bi navê USS Harry Truman û gruba êrîşê ya ku pêre hevkarî dike, dest bi operasyonan kiriye.

Li gor ajansê sedemên operasyonan ev in:

“Amerîka bo hevkarên NATOyê, bo hevkarên welatên Afrîka û Awrûpayê, bo desteka hevkarên koalîsyonê û bo berjewendiyên Amerîkayê yên ewlekariya netewî yên li Afrîka û Awrûpayê operasyon daye despêkirin.”

Fermandarê artêşa deryayî yê filoya 6 emîn Lisa Franchetti ragihand ku heya keştiya USS Harry Truman li Behra Sipî be, wê operasyonên ku dikevin nava çarçoveya planên wan, wê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin