PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendê yê artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçova givaşa ser Hurmizê de heya niha berê 100 keştiyan ji ser Hurmizê guhertine
CENTCOMê got ku ablûka di 13ê Nîsanê de destpêkiriye û heya niha dewam dike. CENTCOMê ragihand ku keştiyên xwestin bikevin lîmanên Îranê an ji lîmanên Îranê derên, jimara wan li dora 100 keştiyane û 4 keştî jî bûne ku nikarin bixebitin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku 15 hezar zêde leşkerên Amerîkayê di ablûka ser Hurmizê de kar dikin û îznê dane 26 keştiyên ku alîkariya mirovî dibirin herêmê.