PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence li Washingtonê li aktîvîteyekî ku ji aliyê The Heritage Foundation de hatibû amadekirin, bo Îranê beyanên gelek tund da. Pence bo êrîşên ser sehayên petrolê yên Erebistana Si’ûdiyê, Îranê berpirs girt û got; ger pêwistbe em ji parastina hevkarên xwe, xwe nadin paş û weha got:
“Piştî êrîşa ser sehayên petrolê yên Erebistanê, ez soz didim we, em amade ne da bersivê bidin. Em amade ne hevkarên xwe yên herêmê û berjewendiyên xwe biparêzin. Weka serok got, em naxwazin bi kesî re şer bikin lê Dewletên Hevgirtî yên Amerîkayê amade ye. Amerîka dewam dike da agahiyên îstîxbaratî berhev bike. Serok bo delîlan di ber çav de derbas bike, divê wextê de jî bi hûrahî dixebite.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin