PeyamaKurd - Rojnameya Axiosê parve kiriye ku Amerîkayê li ser metirsiyên berfirehkirina êrîşên çekdarî yên Hizbulahê li sinorên Libnanê haydarî daye Israîlê.
Wê rojnameyê ragehand ku Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin di peywendiyeke tilefonî de haydarî li ser berdewamiya çekî û livînên hêzên çekdarên Hizbulahê li sinorên Libnanê daye Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant.
Hatiye ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden hest bi tirsê dike ku, bi bawera Neteweyên Yekgirtî û welatên din jî, Israîl bizavê bike Hizbulahê bikêşe nav şerî, ji bo ku şer berfireh bibe û bigehe Libnanê jî.
Ev jî dibe sedema serhildana şerekî herêmî û loma jî Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê daxwaz ji Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê kiriye ku xwe ji şerê tevalî bi Hizbulahê re dûr bixin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin