Amerika ji Netenyahû xwest ku plansaziya xwe ya ji bo Xezzeyê ragihîne

Amerika ji Netenyahû xwest ku plansaziya xwe ya ji bo Xezzeyê ragihîne

PeyamaKurd-  Li gor nûçeyeke ku kanala dewleta Îsraîlê KANê belavkiriye, rêvebiriya Washîngtonê xwestiya ku Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahû gotinên xwe yên : "Em kontrolkirina ewlehiya Xezzeyê ji destên xwe dernaxin" rave bike û bi wan gotinan qesta çi dike? aşkere bike. 

Li gor heman nûçeyê bal tê kişandin ku Amerîka ji bo nexwşerêya çareseriyê bide destpê kirin, ji Netenyahû xwestiye ku bi wan gotinên xwe dixwaze çi bibêje û pştre jî dest bi pêvajoya nû bike. 

Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Blînken ragihandibû ku ew jî dixwazin rêxistina Hamasê bê bandor bikin û li deverê 2 rêvebiriyên cuda yên Îsraîl û Filistinê bihevrê Xezze û Şerîaya Rojava birêve bibin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin