Amerîka ji xebatên Wagnerê yên li Afrîkayê endîse dike

Amerîka ji xebatên Wagnerê yên li Afrîkayê endîse dike

PeyamaKurd – Amerîka ragihand ku ew ji xebatên şîrketa Rûsyayê ya bi navê Wagnerê yên li Afrîkayê endîşe dikin û got ku di mijara ku Neteweyên Yekgirtî misyona xwe ya li Malî yê paş de vedikşîne rola Wagnerê tê de heye. Koordînatorê stratejiya ewlehiya netewî yê Koşka Sipî John Kirby li ser videokonferansê pirsên rojnamevanan bersivand. Kirby got ku grûba Wagnerê ku bi pere leşkeran dixebitîne, ji xebatên wan yên Afrîkayê endîşeyên mezin dikin û Wagnerê ji sala 2016an heya niha li Komara Afrîka Navçe û di demên dawiyê de li Maliyê bandora xwe zêde kiriye. Kirby weha dewam kir:

“Tevî bûyerên dawiya hefteya borî, ti nîşan tine ku Wagner dest ji mijandina welatên Afrîkayê berdaye. Wagner ji sala 2021an heya niha li welatê Maliyê xebatên xwe dike û piştî derbeya leşkerî hukumeta nûh heya niha ji 200 milyon dolarî zêdetir pere daye Wagnerê. Rêvbirên hukumeta Maliyê yên demkî dizanin ku tevî ew çend pere dane Wagnerê jî bûyerên şiddetê û terorê li Maliyê zêde bûne. Di mijarê de rapora NY heye ku artêşa Maliyê û Wagnerê bûne sedema mirina ji 500 kesan zêdetir li gundê Mourayê.

Hukumeta Maliyê xwestiye ku NY misyona entegre û îstîqrarê (MINUSMA) li Maliyê nemîne û Wagner ji bo berjewendiyên xwe vê daxwazê kiriye. Rêvebirên Maliyê û Wagnerê di vê mijarê de hevkarî kirine.”

Kirby ragihand ku Amerîka di dinyayê de herî zêde destekê daye Maliyê û wê Wagnerê ji rewşa niha ya Malî yê berpirs bigrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin