Îranî li Sûriyê, di herêma Dêrezora ku kaniyên enerjiyê li wê derê ne, bi hêzên rejîmê re êrîş birin ser hêzên PYDê. PYD bi tundî bersiva wan da.
Balafirên şer yên Amerîkayê bo piştgiriya PYDê êrîş kirine ser hêzên Îran û rejîmê. Xesareka zêde dane hêzên Îranê û rejîmê. Lê êrîşên Îranê bi top û fuzeyan li dora seha xazê ya bi navê Koniko dewam dikin.
PYDe jî li bakûrê Dêrezorê, li navçeyên Haşşam Mirat û Salihiya li hêzên Îranê dixe. Pêr bi şev balafirên Amerîka jî bi hewa ketine û li navçeya Haşşamê xistine.
Şerê navbera her du aliyan hêjî dewam dike. Seha enerjiyê bûye devera şer ji ber tişta herî girîng niha petrole.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin