PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku petrola ku ji herêmên jêr destê HSDê tê derxistin, ji bo berjewendiyên pêkhateyên wê herêmê tê bikaranîn.
Li gorî nûçeya Reutersê rayedarekî navê xwe nedaye diyar kiriye ku heta niha ji Koşka Spî derbarê mijara petrolê de ti fermanek nehatiye û got:
“Otorîteyên herêmê petrolê di berjewendiyên civaka herêmê de bikar tînin. Li vê derê ji aliyê rêveberiya Wezareta Derve ya Amerîkayê ve li ser qadên petrolê ti biryareke em bicih bikin nehatiye.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî car din biryar dabû ku ji bo parastina qadên petrolê yên Rojava leşkerên xwe bicih bikin ku hêzên Amerîkî vegeriyabûn wan herêman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin