Amerîka û Meksîkayê li hev kir, Trump daxuyanî da

Amerîka û Meksîkayê li hev kir, Trump daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Meksîkayê re li ser koçberên qaçaxî li hev kiriye û standina bacên gumrikê yên dihat plankirin jî hatine rawestandin.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku bacên gumrikê yên li ser Meksîkayê hatibûn sepandin bi awayekî bêdem hatine hilawistin û got, “Ez bi rêkeftina Amerîka û Meksîkayê kêfxweş im.”

Serokê Amerîkayê got ku bacên gumrikê bi awayekî bêdem hatine rawestandin û dê roja duşemê 10ê Hezîranê ev biryar bikeve meriyetê.

Li gorî Trump dê ev rêkeftina bi Meksîkayê re rê li ber derbasbûna Amerîkayê ya koçberên qaçaxî bigire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin