Amerîkayê ji bo seferê Iraqê hişyarî da!

Amerîkayê ji bo seferê Iraqê hişyarî da!

PeyamaKurd - Amerîkayê hişyariya xwe ya seferê ji bo welatiyên xwe derbarê Iraqê de dubare kir. Balyozxaneya Bexdayê got, "Neçin Iraqê; yên ku berê li welêt in divê tavilê derkevin."

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hişyariyek nû derbarê rewşa ewlehiyê ya li Iraqê de da, careke din welatiyên xwe ji sefera bo welêt şîret kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çend qada hewayî ya Iraqê ji nû ve hatiye vekirin û hejmareke sînorkirî ya geştên bazirganî ji nû ve dest pê kirine jî, xetereyên ewlehiyê yên girîng hîn jî hene.

Bi taybetî behsa gefên roket, dron û moşekan di qada hewayî de kir. Di dawiyê de hat gotin, "Neçin Iraqê. Ger hûn niha li Iraqê ne, tavilê welêt biterikînin."

Di vê navberê de, hat destnîşankirin ku mîsyona dîplomatîk a Amerîkayê li Iraqê tevî fermana tahliyekirina mecbûrî operasyonên xwe yên sînorkirî didomîne û piştgiriyê dide welatiyên Amerîkî yên li welêt.