PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî, Amerîka û Îsraîl bi gurrkirina xwepêşandanan tawanbar kir û got:
Em hem ji bo şer hem jî ji bo diyalogê amade ne."
Araqçî îdia kir ku daxuyaniyên Donald Trump bûne sedema tundûtûjiyê û "komên terorîst" xwepêşander ji pişt ve gulebaran kirine. Wî destêwerdanê biyanî wekî sedema sereke ya aloziyan nîşan da.
Li gorî NetBlocksê, înternet zêdetirî 84 saetan e li Îranê qutkirî ye. Tevî gefan, Araqçî diyar kir ku rejîma ji bo reforman amade ye û deriyê diyalogê nehatiye girtin.
Xwepêşandanên ku ji ber krîza aborî dest pê kiribûn, veguherîne serhildaneke siyasî.