PeyamaKurd – Artêşa Ereb ya Sûriyê ket bajarê Şeddadê, zîndana IŞİDê ket destê artêşê û qedexeya derketina derve hat ragihandin. Rayedarên Şamê ragihandin ku kesên ji zîndanê reviyane, artêşê desgt bi operasyonan kirine ku wan zîndaniyên reviyane bigrin.
Artêşê ragihand ku bajêr û zîndan bi temamî ketine bin kontrola artêşa Şamê. Şam ji reva IŞİDiyan ya ji zîndanê HSDê berpirs digre lê HSD jî vîdeoyekî belav kiriye ku tê de xwuya dike mîlîsên Şamê êrîşê zîndanê kirine û deriyên zîndanê ew bi xwe vekirine. HSD dibêje:
“Mîlîsên bi ser hukumeta Şamê êrîşê zîndana IŞİDê kirine, deriyên hucrên zîndanê ew bi xwe vekirine û terorîstan serbest berdane.”