PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê li deryaya Karayîpê li dijî qaçaxçiyên navneteweyî yên hişbirê operasyonek li dar xist.
Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) eşkere kir ku Hêza Erka Hevbeş a Nîvqada Rojavayî li dijî keştiyeke kartêlên hişbirê ye operasyonek kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî agahiyên îstixbaratî keştiya navborî ji bo çalakiyên qaçaxçîtiya hişbirê hatiye bikaranîn û di encama lêdanê de 4 narko-terorîst hatine kuştin.