Artêşa Îsraîlê ji bo Tevrêzê fermana tehliyeyê da: Bilez deverê vala bikin

Artêşa Îsraîlê ji bo Tevrêzê fermana tehliyeyê da: Bilez deverê vala bikin

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ji bo niştecihên herêmeke pîşesaziyê ya li rojavayê bajarê Tevrêzê (bakurê Îranê) hişyariya “tehliyeya bilez” da. Tê pêşbînîkirin ku di saetên bê de ev herêm bibe hedefa êrîşeke giran a asmanî.

Hişyariya bi nexşeyê: Parastina canê sivîlan 

Artêşa Îsraîlê îro (Şemî, 14ê Adara 2026an) li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Xê peyamek û nexşeyek belav kir. Di hişyariyê de ji welatiyan hat xwestin:

Ji bo silametî û parastina canê we, em daxwaz dikin ku hûn tavilê ji deverê derkevin.”

Ev herêma ku hatiye nîşankirin, navendeke giring a pîşesaziyê li rojavayê Tevrêzê ye.

Fikara li ser birrîna înternetê 

Yek ji metirsiyên herî mezin ew e ku welatiyên Tevrêzê nikaribin vê hişyariyê bibînin. Ji ber şerê ku zêdetirî du hefte ne berdewam dike, xetên înternetê li seranserê Îranê bi temamî hatine birrîn. Ev yek dibe sedema fikaran ku ziyanên canî yên sivîlan di êrîşên asmanî de zêde bibin.