Asayîb Ehlî Heq duhî Kazimî tehdîr kir û îro înkar kir

Asayîb Ehlî Heq duhî Kazimî tehdîr kir û îro înkar kir

PeyamaKurd – Duhî li ser medya civakî hinek belavok û video hatibûn belavkirin ku di wan de li ser navê Asayîb Ehlî Heq, serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî hatibû tehdîd kirin. Di vîdeoyan de weha hatibû gotin:

“Eger Kazimî di derbarê serokê Asayîb Ehlî Heq Qeys Xezalî de biryarekî bide, wê bê ceza nemîne.”

Îro navenda Asayîb Ehlî Heqê beyanekî da û got ti têkiliya wan bi video an belavoka tehdîdê re tineye.

Di belavoka tehdîdê ya duhî de rast e rast Kazimî û hukumetê xistibûn ber tehdîda xwe û weha gotibûn:

“Em dixebitin da şeref û qiymetên Iraqê biparêzin. Eger Kazimî berê xwe bide ser me û mezinê me Qeys Xezalî, dê bê cezakirin.”

Belavoka hatibû belavkirin li ser navê Ne’îm Ebûdi bû.

Li ser tehdîda mîlîsên bi ser Îranê ya Asayîbê, serokwezîrê Iraqê Kazimî, îro derket kuçe û kolanên Bexdayê û seredana xelkê kiribû. Her weha ji aliyê gelek kesan û dezgeyan de tehdîdên Asayîbê hatibûn şermezarkirin.

Çavdêrên siyasî dibêjin li ser bertekên li dijî tehdîda Asayîb Ehlî Heq, Asayîb li belavok û vîdeoyan xwedî derneketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin