Jehrê dane Aleksey Navalniy

Jehrê dane Aleksey Navalniy

PeyamaKurd- Yek ji serokê muxalefeta rûsyayê Aleksey Navalnıy li Sîbîryayê bi jehrê ketibû û wî biribûn nexweşxaneya Almanyayê Berlînê ya bi navê Chartie da bê dermankirin. Li gor tehlîlên ku heya niha hatine kirin di bedena Navalnıy de maddeyên jehrê hatine dîtin.

Nexweşxana Charite bi nivîskî ragihand ku Navalnıy bi jehrê nexweş ketiye lê nehatiye zanîn bê maddeya ku dane wî çiye. Tenê di bedena wî de ji grûba "kolinesteraz inhibitor" ê maddeyekî aktif hatiye tesbîtkirin.

Rewşa Navalnıy ciddiye lê ji aliyê mirinê de talûke nîne.Tenê dermanê atropînê niha didinê. Di encama nexweşînê de dibe ku arîşeyên asabî (n0rolojik) derên ortê.

Berê hatibû ragihandin ku dermanekî an maddeyekî xistine çaya wî û dibe ji ber wê madde bi jehrê ketibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin