PeyamaKurd- Heyetekî ji welatên Awrûpayê wê herin Kurdistanê û wê bi Oda Bazirganî û Sanayiyê ya Hewlêr a Kurdistanê re hevdîtinan bikin. Heyeta ku here heyeteka bi aboriyê re têkildare û navenda wan Belçika ye. Ragihandin ji aliyê berdevkê Odê ve ji aliyê Karwan Sorçî bo BasNewsê hatiye kirin.
Ragihandina Sorçî weha ye: “Wê konferansek çêbikin. Heyet ji Belçîkayê tê. 16 şîrket projeyên xwe amade kirine û dixwazin li Kurdistanê bicîh bikin. Van şîrketan hinek projeyên xwe li Awrûpa bicîh dikin û dixwazin hinek ji wana li Kurdistanê bicîh bikin.”
Dê Oda Bazirganiyê dê pêşiwaziya wan bike û wê di konferansê de temsîlkarên hukumeta Kurdistanê hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin